Gotûbêjên Ser Zêdebûna Rêjeya Ereban li Herêma Kurdistanê
Your browser doesn’t support HTML5
Pirsgirêka derbiderîyê û hatina hejmareke mezin ji Ereban û bicihbûna wan li Herêma Kurdistanê, di nav welatîyan de bûye sedema nîgeranîyê. Zanîngeha Silêmaniyê li ser vê mijarê rapirsîyek pêk anî, encamên wê wekî xeternak bi nav kir û got ku ew ê demografiya herêmê biguherîne.