Wêneyên Rojê ji Cîhanê | 11ê Mijdara 2026an
Jinek di nava kavilên stargehên zirar dîtî de rûniştiye, li Bajarê Xezayê. REUTERS/Mahmoud Issa
Li Tapachula, Chiapas a Meksîkayê, koçberên ji neteweyên cuda beşdarî karwanekî dibin ku dixwazin rêwîtiya xwe ber bi bakurê Meksîkayê ve bidomînin da ku bigihîjin Amerîkayê. REUTERS/Damian Sanchez
Koçberên li ser keştiyeke masiyan a ji darê, nêzîkî bendera La Restinga, li girava El Hierro ya Spanyayê. REUTERS/Borja Suarez
Li Til Temir a Sûrîyê, xwepêşander ji ber zêdebûna bihayê sotemenîya germkirinê, rêya navneteweyî ya M4ê digirin. REUTERS/Orhan Qereman
Xelk tabûtên wan kesên ku di êrîşên esmanî de li herêma El-Şerîe ya navçeya Benî Huşeîş, nêzîkî Senaya Yemenê hatine kuştin, hildigirin. REUTERS/Khaled Abdullah
Madeline Page û Sophie Willsa 2-salî, ber bi kombûneke çalakvanên avhewayê ve diçin ku li Kongrêsa Amerîka li Washingtonê, pêşwazîya endamên nû yên hilbijartî yên Kongreyê dikin. REUTERS/Jonathan Ernst
Kesekî ku di çarçoveya çalakîyên "Malta Heritage Trust" de dîrokê ji nû ve dijî, bi unîforma "Topxaneya Melekî ya Maltayê" (Royal Malta Artillery) ya serdema Viktoryayê, di dema bîranîna "Roja Agirbestê" de bertek nîşan dide, li Vallettaya Maltayê, ku li ser Bendera Mezin (Grand Harbour) dinêre, pêk tê û tê de topeke topxaneyê tê teqandin. REUTERS/Darrin Zammit Lupi
Beşdarên şahîya destpêka demsala karnavalê li Kolnê, Almanyayê pîroz dikin. REUTERS/Thilo Schmuelgen
Polîs li dibistaneke seretayî ya Romaya Îtalya yê, poleke dersê kontrol dikin, piştî valakirina dibistanê di encama hişyariyeke hebûna bumbeyekê de – hişyariyeke ku bû sedema valakirina herî kêm 300 dibistanan li seranserê Îtalyayê. REUTERS/Francesco Fotia
Helîkopterek ala mezin a Arjantînê hildigire û li nêzîkî dêra Bazîlikaya Xatûna me ya Lujanê difire; ev yek di wê rojê de pêk tê ku Papa Leo, di çarçoveya serdana xwe ya 12-rojî ya bo Amerîkaya Başûr de, ayîna pîroz (Mîsa) li Lujan a Arjantînê birêve dibe. Ev yekem serdana papayekî ye bo Arjantînê ji sala 1987an ve. REUTERS/Agustin Marcarian