Frensa: Çê Nabe Amerîka Destêwerdanê di Siyasetên Frensa de Bike

Wezîrê Derve yê Frensa Jean-Yves Le Drian

Wezîrê derve yê Frensa îro Yekşemê bang li serokê Amerîka Donald Trump kir ku destêwerdanê di siyasetên Frensa de neke.

Wezîr Jean-Yves Le Drian ji tilfizyona LCI re got:

“Em nêzîkî siyasetên navxweyî yên Amerîka nabin û em dixwzin ew jî nêzîkî yên me nebin.”

Axaftinên wî hatin piştî twîteka Trump li dor xwepêşandanên Parîsê.

Di bersiva twîta Trump de Le Drian got:

“Ez û serokê Frensa, em herdû ji Donald Trump re dibêjin: ji me bigere.”

Trump di twîta xwe de gotibû:

“Roj û şeveke gelekî xemgîn e li Parîsê. Renge êdî dem hatiye ku Rêkeftina Parîsê bi dawî bê û pereyên wê vegerin bo xelkê bi riya kêmkirina taksan.”

Rêkeftina Parîsê, sala 2015an di navbera bêhtirî sed welatî de hate îmzekirin ji bo rawestanali dijî guhertina keşûhewayê.