Wezareta tenduristî ya Filestînê îro Yekşemê got ku hêzên Îsraîlê 3 mêrên Filestînî kuştine û yek jî di gullebaranê de birîndar bûye.
Artêşa Îsraîlê di daxuyaniyekê de got helîkopetr û tankeke leşkerî gurûpeka çekdar gullebaran kir li ber sûra ewlekarî ya bakurê kerta Gaza ku Îsraîlî û Gaza ji hev cuda dike.
Ev rûdan bû piştî çend demjimêran ji avêtina 3 rokêtan ber bi Îsraîlê ve ku ji Gaza hatibûn avêtin.
Ta niha hîn ti raportên rasterastê li dor ziyanên vê rûdana gullebaraê nînin.