Qiço: Biryara Trump ya Ser Qudsê Bandora Rewşa Sûriyê Nake

Serokê Amerîka Donald Trump biryar da ku wê êdî Orşelîm/ Qudsê wek paytaxta fermî ya Îsraîlê binav bike û Balyozxaneya Amerîka ya li Telavîvê jî bibin wî bajarî.

Rojnamevan Sîrwan Qiço dibêje ku ev biryar ya Amerîka ye û destê Îsraîlê tê de tuneye.

Qiço bal dikşîne ku Îsraîl nebûye beşek ji şerê Sûriyê jiber vê jî wê tu karvedaneke rasterast li ser Sûriyê çênabe.

Di derbarê Îranê de û gumana liveke leşkerî ya dijî Îsraîlê, Qiço jiber rewşa hestîyar ya kêşeya Îsraîl û Filistînê û girêdana wê bi biryarên navnetewî, îhtîmal nade wê yekê.

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvîna Sîrwan Qiço-12-7-2017-LA