Li Firîngeha Sêyem a Stenbolê 543 Karker Hatin Binçavkirin

Li bajarê Stenbolê firîngeha sêyemîn tê çêkirin. Karkeran li vê firîngehê dixebitin roja înê jibo şertên li firîngehê werin rastkirin çalakîya berdana kar kirin.

Piştî vê protestoyê doh 543 karmend hatin binçav kirin.

30 hezar karmend li vê firîngehê de kar dikin.

Piştî erîşa jendermeyan revebirên sendîkayan ji di nav de 543 karmend do serê sibê hatin binçav kirin.

Karkeran hişyar kir ku heke hevalên wan yên girtî neyên berdan, dê çalakiyên xwe berfirehtir berdewam bikin.

Ji bo guhdarîkirina li dirêjiya raportê fayla deng veke

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Mem Botanî