Li Pakistanê Teqînek Serkirdeyekî Opozisyonê û Du Kesên din Dikuje

Polîs û berpirsên Pakistanê got teqînekê li parêzgeha Balûşistanê îro Şemiyê sê kes kuştin, di nav de jî serkirdeyekî siyasî yê opozisyonê.

Komisyonerê navçeyê Mihemed Beşîr got Mewlana Mihemed Henîf, cîgirê sikirtêrê giştî yê partiya opozisyonê Jemîyet Ulemai Îslam-Fezl, di nav kuştiyan de bû li bajarokê Çaman.

Polîs ji ajansa Reuters re got ku kesin nenas motorsîklek li pêş navedeka kar bumbe kiribûn û dema Henîf ji avahiyê derket, ew pê de teqiya.

Berpirsê polîs Mihemed Îqbal got Mewlana Mihemed Henîf armanca teqînê bû.

Ta niha ti gurûpan berpirsiyariya teqînê nedaye ser milê xwe