Qesira Sipî îro Çarşemê ser peywendîya telefonî ya Serokê Çînê Xi Jinping û Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy razîbûna xwe ragihand.
Li gor Qesira Sipî, tevî ku ew peywendî gaveke baş e jî niha hîn zû ye Mirov bibêje ka ewê rê li ber aştîya Rûsya û Ukrayna veke yan ne.
Berdevikê Ewlekarîya Neteweyî ya Qesira Sipî John Kirby got ku her di axaftin jî rind in.
‘’Niha, gelo ewê rê li ber tevgereke aştîyeke watedar, yan pêşnîyarekê veke, em nikarin niha vê bizanin. Lê, em ji mêj ve dixwazin ku dawî li şerê Rûsya û Ukrayna were."
Kirby got ku eger Putin here wê dawî li şer were, lê niha tiştekî wisa xuya nake.
Xi, ji şerê Rûsya û Ukrayna vir ve, ku sala borî di Sibatê destpê kiribû, cara pêşî bi Zelenskyy re axifî.
Kîev bi mehan e banga danûstandinên bi vî rengî dike.
Medyaya dewletê ya Çînê ragihand ku Xi ji Zelenskyy re gotiye ku ewê nûnerên xwe bişîne Ukrayna û ser aştîyê bi wan re danûstandinê bike.
Jêder: Reuters