Li Kamboçya polîsan got, wan dehan xwendekar azad kirin ji rehîneya çekdaran di xwendîngeha li bakura rojavayê vî welatî. Belê zarokekî Kanad î hat kuştin di teqeya navbera polîs û çekdaran de.
Karbidestên polîsan dibêjin hêzên parastinê êrîş kire ser xwendingeha navneteweyî li bajarê Siem Reap û her çar çekdar girtin û barimte azad kirin. Şahîdan got dengê çend teqeya jinav xwendîngehê hat, belê nehatîye zanîn ka kê ew teqe kir.
Çekdaran çil xwendekar di xwendîngeha de girtibûn û daxwaza pere, otomobîl û çekan dikir.
Bajarê Siem Reap cihê jimareke mezin jibo xelkê bîyanî ye, piranîya wan karmendên alîkarîyê ne û gerîdene.