Li hêrişeka xwekujî li Bexda bi kêmî 10 kes hatine kuştin

Li encama hêrişeka xwekujî li xaringeheka paytextê Iraqê bi kêmî 10 kes hatine kuştin.

Rîportêt dengûbasa radigehînin ku ew xaringeh tijî polîs û karmendên parastine bîye li demê wê hêrişê. Deselatdar dibêjin nizîkî 15 kes birîndar bîn. Demekê zîtr 2 polîsêt Iraqî ji layê çend çekdareka li Bexda hatine kuştin. Herwesa li hêrişekda dîya xwekujî li Tikrît 3 kes hatine kuştin.