Fermandarê berî yê Tehranê bu Serokê nu yê Iranê

Karbidestêt Iranî ragehand ku fermandarê Tehranê û tondrêyê Islamî Mehmûd Ehmedî Nejad serkeftineka mezin li helbijardinêt serokatîya Iranê tomar kir. Serokê helbijardi Ehmedî Nejad evro şembî daxaza yeketîya niştîmanî kir.

Birêz Ehmedî Nejad 62% denga bi destive îna biramber bi 36% bu serokê berî Eli Ekber Haşimî Refsencanî.