Polîsên Londonê bizava peydakirina bergumanan dilezînin

Polîsên Brîtanî li rojava Londonê dest bi bizavekê kirîye û li bergumanên êrişên têkçûyî yên li ser sîstema hatinûçûna paytextî digerin.

Peyivdareke polîsên Londonê ji bo Dengê Amerîka piştrast kir ku wan domandorên pişkeke taxê Notting Hillê girtîne, lê çi tişt dî negot.

Berî hingê serokê polîsan got ew dilezinîn da sê bergûmanên mayîn yên kiryara heftîya borî peyda biken berî ku ew dîsa êrişê diken.

Bergumanekî bi navê Yasîn Hesen Omar hatîye girtin û 9 mirovên dî jî li roja Pêncşembî hatîne girtin li wê lêkolînê.

Rayedarên Londonê her wesa hewil diden ku xwe bigehinine hevwelatîyekî Britanyayê ku li Zambîyayê hatîye girtin bi gumana beşdarîya êrişên ser trena binerd û otobuseke li Londonê li 7î Tirmehê.

Li wê kiryarê 52 mirov hatibûne kuştin ji bilî 4 êrişkerên xwekuj.