Li zincîreka nû ya hêrişa li Iraqê bi kêmî 7 kes hatine kuştin

Li zincîreka nû ya hêrişa li Iraqê bi kêmî 7 kes hatine kuştin.

Li Bexda, polîsî ragehand ku li encama hêrişeka xwekujî bo ser xaleka vekolîna polîsê Iraqî bi kêmî 5 kes hatine kuştin û nizîkî 20 kesêt dî birîndar bûn.

Her li Bexda, rêberekê navdarê Sunnî, bi navê Şêx Xelef el-Elyan, li hêrişekê da rizgar bû, ku jilayê çend çekdarekan bi cilkêt serbazî ser wî hate kirn.

Polîsê herwesa vedîtina termêt sê karmendêt firokexana Bexda ragehand, ku li vê heftîyê hatibûne revandin.