Îran gefa ji nû ve zaxkirina Uranimê diket

Îran dibêjît ew dê li roja Duşembî dest bi xebata nasik ya navokî biket heke Yêkitîya Ewrûpî pêşnîyar neket ka ew dê wê kêşeya sebaret bernameya navokî ya Tehranê bi çi awa çareser biket.

Peyivdarê Wezareta Derve ya Îranê Hamîd Riza Asefî li roja Yêkşembî got bêyî pêşnîyareke wesa, hikûmeta Tehranê dê li Navenda Zaxkirina Uraniumê li Îsfahanê dest bi karî biket. Lê peyivdarî got Îran amade ye ji bo domandina danûstandinên bi Ewrûpîyan ra û ragirtina xebata zaxkirina Uranimê li dû rêkkeftina par.

Brîtanya, Elmanya û Fransa pêşnîyareke alîkarîya aborî û sîyasî amade diken da ku Îran yêkcar dest ji wî karî berdet. Hikûmeta Înglîz li roja Yêkşembî hûşdarî da û got ji nû ve destpêkirina zaxkirina Uraniumê dê bibîte pêngaveke bêcih û zîyanker. Îran dibêjît nûnerên Ewrûpî li ber hatîne ku heta Duşembî bi hûrkarî pêşnîyara xwe pêşkêş biken, lê dîplomatên Ewrûpî dibêjin ji bo hindê çi rojên dîyarkirî nînin.

Îran dibêjît bernameya wê ya navokî bo armancên aştîyane an sivil wek derînana elektrîkê bi tenê ye. Lê Amerîka dibêjît Îran bi dizî ve dixebitît da bombêyên atomî çê biket.