Sudan: Mirina Garang xebata aşîtîyê na rawestîne

Bi ketina helîkoptera ku ew tê de bû John Garang ê rêberê serhildayê yê ji demek dirêj ve mir. John Garang namdare bi karê xwe yê yekîtîya di nav Sudanê de piştî şerê navxweyî ya bîst salan. Dîsa jî hukumeta Xartumê û alîgirên birêz Garang li başûrê welatî dibêjin ku ew dê bawerîya bi aşîtîyê bidomînin.

Li Nayrobîya ku peymana aşîtîyê hatibû mor kirin cîgirê rêveberê Tevgera Azadîya Gelê Sudanê soz da ku ew dê nihêrtin û bawerîyên birêz Garangî ji bo aşîtîyê bidomînin.

Rêberê serhildayê 60 salî bû û li Amerîka xwendina xwe xelas kiribû . Dema helîkoptera ku tê da bû bi ser çîyayên başura Sudanê de ket, birêz Garang ji seredana Ugandayê dadigerîya. Di vê ketinê de her 14 kesên di helîkopterê de bûn mirin. Dibêjin egera ketina helîkopterê hewa ango seqaya xirab bûye.