Li Îranê bizavkara mafê mirovan ya Kurd Ruîya Tuluî hate girtin

Piştî hevpeyvînekê digel Dengê Amerîka polîsan bi ser mala Xanim Tuluî de girt li bajarê Sine yê li bakurê rojavayê Îranê. BirêzTuluî roja Şemî yê hevpeyvînekê kiribû bi Dengê Amerîka re dema ku xwenîşandan dibûn.

Xanim Tuluî seroka rêxistina mafê jinan şevîdî hate girtin û malxweyê wê îddîa dike ku li dema pê pirsyarkirinê li zindanê ew ketîye ber îşkencedanê.

Girtina xanim Tuluî piştî pêleke tundutujîyan e li herêma Kurdan li Îranê.

Kurd dibêjin deh kes hatine kuştin di xwenîşandanan de ku dest pê kiriye dijî kuştina bizavkarekî Kurd li bajarê Mehabadê.