Li ser bernama navokî ya Îranê Ewropî kombûneke bi lez û bi taybet dixwazin ji NY.

Dîplomatên Ewrûpî daxwaza kombûneke demûdest ya Navenda Hêzûtêhna Navokî ya Navneteweyî kir da ew hûşdarîyê bidete Îranê ku ji nû ve dest bi bernameya xwe ya hêzûtêhna navokî ya berguman neket.

Dîplomat dibêjin ew civîn, ku niha bo roja Sêşembî hatîye danan, wek bersivekê ye bo ragihandina Îranê. Tehranê gotibû ew dê li serê heftîya têt li navendeke serekî dest bi zaxkirina Uraniumê biket.

Gumana hikûmetên Rojavayî ew e ku ew xebata Îranê ji bo çêkirina bombeyên atomî ye. Îran dibêjit nexêr ew bi mebestên aştîyane ye, wek derhînana elektrîkê.

Fransayê serê vê heftîyê got heke Îran ji wê biryara xwe venebît, ew dê kêşeyeke navneteweyî hilbiket.

Serokwezîrê Fransî Dominuque de Villepinî got ew dê Îranê bidene destê Civata Tenahîyê ya Neteweyên Yêkgirtî bo toleyan, heke ew biryara xwe ya ragirtina karê navokî ragirît.