Keç û jinanî Kurd, eger bêt û li komalgehekî azad yeksanî û demokratî da bijîn, bêguman le hîç kesyekî tir lem cîhana da kemtir nabin.
Sereray ew bare nalebarey komalgey Kurdawarî têda dejêw ew sîstima ramîyaryanêy ke be seryanda sipêndirawa, komelek rêgay sextî jîyanyan birîwe û be pille û payeyek de gêhîştun, we tadîyet le buwarî honernemayî da keçanman zortir pêdenêne em cîhane rengîneda, behîway ewêy bawik û biraw xizmekanyan sînefirewan bin rêgeyan bo xweş bikin ta ku rolî xweyan le seddeyî 21 de bibînin û le karwanî jinanî cîhan da nemînnewa.
Rojîn yekyek lew keça hunermendaneye ke bem rêgesexte da têperrîwa we bernameyî em carema bo ew terxankirawa. Ewey şayanî amaje pêkirdine Rojîn CDyêkî nû derkirdiwa ke çendîn goranî xwoşî têdeye û lem bername de guê le hendekyan degrîn.
Bo guê ragirtin lem bernameke klîk le ser audioy dengî bike.