Rêberên komên nijadî û olî yên Iraqê şewirînên xwe yên cida cida li roja Pêncşembî domandin ji bo giheştina pêkhatinekê li ser babetên serekî yên destûrnameya nû.
Biryar e ku bernivîsa wê belgeyê heta roja Duşembî bête amade kirin, lê jimareke mijarên serekî, wek sîstema federalî, mafên jinan û pişka Îslamê li qanûnên wî welatî hêj bêçare ne.
Nemaze federasyon bûye astengeke dijwar li pêşîya pêkhatinekê. Kurd federalîyê daxwaz diken û bi riştî dibêjin ew dê hukmê wan yê xwe-bi-xweyî li bakûrê biparêzît. Linav Şî’eyan dubendî heye û Sunnî bi tundî li dijî hindê ne.
Vê navbeynê Civata Tenahîyê ya Neteweyên Yekgirtî demê Şandeya bo Alîkarîya Iraqê, UNAMIyê, bi saleke dî dirêj kir. Bizavên wê şandê alîkarîya mirovanîyê, bo darêştina destûrnameyê û bo rêkûpêkkirina hilbijartinan vedigirin.