Îsraîl deh hezar serbaz şandine Devera Xezze bo cîbicîkirina fermana valakirinê bikin li 8500 akincîyên ku divê heta çarşemê ji nav wî erdî derkevin.
Leşker û polîs xwestin ku têkevin nav 21 akincîgehên Cuhuyan bo vê fermana valakirinê cîbicîh bikin, lê îro (Duşem) bi kêmî ve li 5 akincîgehan rê li ber wan hat girtin ji alî kesên cihêl ve ku li dijî biryara vekêşanê ne.
Akincîyên turebûbîyî li akincîgeha Neve Dekalim tayirên ango lastîkên otomobîlan şewitandin û ji bo rê li ber wan bigrin zincîreke ji mirovan çêkirin.
Karbidestên leşkerê Îsraîlê gotin her Îsraîlîyê ku ji wî erdî dernekve heke bi zorê be jî ew dê ji wêderê derînin.
Serokwezîrê Îsraîlê Ariel Şaron par wê vêkêşana Xezze yê pêşnîyar kiribû û gotibû ku buhayek gelek giran ji jîyan û pereyên Îsraîlîyan tête xerc kirin ji bo xatirê parastina 8500 akincîyên ku ji alî zêdeyî milyonek Felestînîyên Xezze yê dor li wan hatîye girtin . Îsraîl dest danîbû ser Kerta Xezzeyê di şerrê sala 1967 de.