Serok Bush digel werzişkerê bisîkletê çû geryanê

Lance Armstrong, werzişkerê navdar yê ku heft caran li beryêkana bisîkletan ‘Tour de France’ serkeftî, li Serok Bushî bû mêhvan û ew her dû pêkve bi bisîkletan çûne gerryanê.

Serok Bush û Lance Armstrong her du xelkê Texasê ne.

Wan li domandorên mala serokî li bajêrokê Crawford yê Texasê bi bisîkletên (dûçerix) xwe bo du se`etan gerîyan, ew heta 27 kîlometreyan hajotin.

Serok kişt e û bayê wî pirr ser werzişê ye. Ji ber êşa çukê, Birêz Bushî bezîn hêlaye, lê hez ji ajotina bisîkletê diket.

Lance Armstrongî meha borî pişikdarî li dawîtirîn beryêkaneya bisîkletê kiribû û êdî dev jê berdabû. Wî berjeng dayne ku ew dê sîyasetê biket, lê peyivdarên Qesra Spî nabêjin ka li demê wê gerryana bi bisîkletê yarîzanê ê navdar û serokî behsê sîyasetê kir.