Li Efxenîstanê çar serbazên Amerîkî hatine kuştin

Li Efxenîstanê li encama peqîyana du bombeyan çar serbazên Amerîkî hatine kuştin, du karbidestên balyozxaneya Amerîka jî birîndar bûn.

Karbidestên leşkerê Amerîka dibêjin bombeyeke lêva rêyekê wîlayeta Zabul peqîya li demê kiryareke serbazan li ser mîlîtanan. Wê bombê çar serbazên Amerîkî kuştin û sêyên dî jî birîndar kirin. Li wê deverê li van heftîyên dawîn şerrekî giran hilkeftîye û pêtir ji 200 mîlîtanan hatîne kuştin.

Bi çend se’etan paş wê, li derveyî Kabula paytext bombeyek nêzîkî karwaneke otomobîlên balyozxaneya Amerîka peqîya û du karbidestên Amerîkî birîndar bûn. Birînên wan sivik in.

Karbidestên Efxenî dibêjin li başûra wîlayeta Kandahar melayekî li ser tayê hikûmetê ji alîyê serhildayên Taliban ve hatîye kuştin.

Mele Ebdilla Malang digel melayekî dî li ser rêya mizgeftê bû û çekdarên bi motorsîkletekan teqe lê kir û ew kuşt.