Firoka serokî (Air Force One) evro hindav New Orleans û Mississippi firrî da rêzdar Bush zîyanêt wê barovê bibînet.
Peyvdarê Seraya Sipî Scott McClellan got renge vê heftîyê serok Bush biçîte seredana wan deveran û got berî serok Bush baxê xwe li Texas bi cîh bihêle bi rêka setalaytê rastewxo digel şîretvanên xwe yî bilind axift ku bara pitir behsê rizgar kirina xelkî û dana nexşeke dirêjdem kir bo harîkarî kirina xelkê ji ser mal û milkên xwe hatîne veguhestin. Peyivdarî got ew çaverê diket rêzdar Bush ji Kongresî bixwazit xercîyêt bizavên hewarçûnê bidet.