Şehirdarê New Orleansê ferman daye ku bajêr bi zorê bê valakirin

Wisa çaverê tê kirin ku karmendên cêbecêkirina qanûnê û yên leşkerî li New Orleansê îro (Çarşem) wê karê xwe zêdetir bikin da ku bikin ew kesên ji karesata Katrinayê xelas bibûn bajêr valakin.

Roja Sêşemê şehirdarê New Orleansê Ray Nagin fermana rewşa tengavîyê da û pê ra ji karbidestan re got eger bivê bila bi zorê be jî ew gelê bi hezaran ku ji malên xwe dernayên ji herêmê derînin.

Dibêje kesên ku li bajêr dimînin dibe ku saxlemîya wan ji ber ava qirêjî û agirê ber bi hindek deveran de xetere bikeve. Navenda Kontrola Nexweşîn û jê Parastinê li Atlantayê dibêje kesên ku di nav wê ava lehîyê de mane divê ku derzîyên nexweşîna zerikê ya tîpa A li wan bê dan.

Piştî çêkirina sikrekê ku ji ber avrabûnê zîyan gihîştîbûyê endazyar berdewam in li ser valakirina bajêr ji avê. Roja Sêşemê birêz Nagin got ji sedî 60 ê bajêr di bin avê de maye.

Karbidest morgeke mezin ango cîyê ku mirî lê tên danîn ava kirine ji bo wan cendekên ku piştî ava lehîyê nizm dibe hêdî hêdî bi ser avê dikevin.

Karbidest dibêjin dibe ku bi hezaran kes miribin lê heta niha hejmara mirîya ku dîyar bûye 71 kes in.

Li Mississippi hejmara mirîya bi rîya fermî gihîştîye 150 kesan lê xuya ye ku ew hejmar dê zêdetir bibe.