Senatoya Amerîka qanûnekê pejirand li ser rewşa girtîyan

Civata Senetoran ya Kongresa Amerîka qanûneke nû pejirand bo nehêlana reftarê xirab bi girtîyan ra bi qedexekirina reftarê dilreq, nemirovane û kêmkirina mirovan li dijî kesên li girtîgehên leşkerî.

Senetoran roja çarşembî ew biryar bi jimareke mezin ya dengan ve bi 90 deng li dijî 9 an pejirand.

Ew qanûn şert û awayê reftarê bi girtîyan ra dîyar diket li dû şermizarîyên mîna Ebu Xirêb.