Pêzanînên giştî li ser hilbijartina bo destûrê Îraqê

Pir ji 15 mîlyon Îraqîyan mafê dengdanê heye li referandûma evro Şembî ya destûra nû ya welatî.

We çaverê dête kirin Şî’a ku zurîne ne, digel Kurdan wî destûrî bi pejirînin ku binemayên dîmokratî û federalîyê têdaye û mafên kêmanîyê û jinan garantî diken.

Herçi Erebên Sinne ne, kû li demê dîktatorê serkaladayî Seddam Huseyn desthilat li destê wan bî, perîşanîya xwe ragehandîye ku eger destûr bête pejirandin desthilatêt wan zor kêm dibit.

Hêjî gotinê ye ku li roja Sêşembî partîya sîyasî ya serekî ya Erebên Sunne, Partîya Îslamîya Îraqî, ragihand ku ew piştevanya bernivîsa destûrê diket piştî qanundanerêt Şî’a û Kurd razî bîn gorankarîyê di hinek beşên destûrê de biken eger bête pejirandin. Lê grupên dî yên Sunnî bi eşkerayî piştevanîya xwe bu destûrê ranegehandîye.

Zurîya dengdaran tivîe dengî bo destûrî bidin heta bête pejirandin, û dihête red kirin eger 2/3 yê 3 ji18 parezgehên Îraqî dengê bi "nexêr" biden. Eger destûr bête pejirandin dê helbijartinên nû yên parlamanî li roja 15ê heyva 12 dihête kirin. Eger destûr bête ret kirin civata niştimanî dête helweşandin û civateke niştimanî ya demki û hikumeteka nû li heyva 12 dête helbijartin û dubare dest bi daraştina bernivîsa destûrî diken.