Jimardina dengêt referandûma destûre Iraqî berdewame

Evro yekşembî jimardina dengêt referandûma destûrê Iraqê berdewame, digel ku encamêt destpêkî we xûya diken ku bu heye destûr bete pejirandin.

Ajansa Associated Press ragehand ku encamêt destpêkî li parêzgeha Dyale we xûya diken ku 70 ji sedê ya dengderan deng bi ‘belê’ bu destûrî dayne. Dyale yeke ji sê parêzgehan ku Erebêt Sunnî pişta xwe bi rîniştîvana girê dabî ku bi ‘nexêr’ dengî biden.

Karbidest dibêjin rêjeye pişikdara bi kêmî li 8 ji 18 parêzgehêt Iraqê zor bilinde û li 7 parêzgehêt dî rêjeya pişikdara navendîye.

Hevdem, leşkirê Amerîkî ragehand ku pênc serbazêt Amerîkî li demê dengdana şembî li bajêrê Rumadî hatine kuştin.