Îraqî dengên ji bo destûrnameyê dihejmêrin

Karbidestên Îraqê hêj dengên ji referandûma roja Şembîyê dijmêrin û encamên heta niha nîşan didin ku destûrname dê bê pejirandin.

Komîsyona serbixwe ya hilbijartinê li Îraqê dibêje ew dê nimuneyan ji encamên hinek parezgehan rakin û bala xwe bidinê ka tu çewtî tê de ne an na.

Serok Bush pesnê Îraqîyan da ku ew tevî gefên xirabkaran çûne dengdanê. Lê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Kofî Annan got hêj zû ye ku meriv bêje ka ku destûrname wê Îraqîyan bigihîjîne hevûdu an ew dê cudahîyên di navbera civatên Şî’a, Sinne û Kurdan de zêdetir bike.

Ji alîyekî din ve, leşkerê Amerîka dibêje bi êrîşên bi firokeyan hêzên Welatên Yekgirtî 20 kes kuştine. Leşker diibêje wan kesan dixwest bombeyan li tenişta rêyên Ramadî veşêrin. Li du gotina karbidestên Amerîka Operasyonên din yên hêzên hevalbendîyê li El Anbar roja Yekşemê 50 terorîstên din yên berguman kuştine. Belê gelê li herêmê dibêjin nîvê kuştîyan sîvîl bûne.