Serok Bush cejna Remezanê pîroz kir

Serok Bush pîrozbahîyan ji bo Misilmanên Amerîka û seranserî cîhanê dişîne bi helkefta cejna El Fitir. Di daxuyanîyeka îro Eynî de rêzdar Bush got cejn nîşana dawî hatina meha pîroza Remezanê ye , demê rojî û nivêjên mûsilmana ye.

Wî got li demê cejna El Fitir, misilman xêra bi xelkê dest kûrt diken û ev sal misilmanên Amerîka gelek alîkarîya qûrbanîyên barovên başûra Amerîka û erd hejyana başûra Asya kirine.

Îd El Fitir dûhî Pênçsem li hinek welatên misilman dest pê kir û îro Eynî li tevaya cihên dî yên cîhana îslamî pêtir ji milyar mûsûlmana cejin gêran.