Wezîrê Karûbarên Navxweyî dibêjît raportên reftarê xirab li girtîgeha Iraqê mêşê dikene gamêş

Wezîrê Karûbarên Navxweyî yê Îraqê dibêjît peyamên derbarê îşkencedana girtîyên Erebên Sunnî li girtîgeheke nepenî li Bexdayê da wê bûyerê mezin diken.

Beyan Cebr dibêjît li ser bedena heft girtîyan nîşanên reftarê xirab hebûn. Wî bi sengî got dê hisaba hindê ji kesên berpirsîyar bête pirsîn.

Birêz Cebr girtîyên wê girtîgehê wek terorîstên bixeter danan. Wî her wesa ew îddîa red kirin ku ew girtî hemî Erebên Sunnî bûn û behsê bi kêmî ve girtîyekî Erebê Şî’e kir.

Li roja Pêncşembî berî wan gotinên Birêz Cebrî, alîkarê wî, Ceneral Huseyn Kemalî, daxwaz kir ku girtîgehên Iraqê hemîyan danêne libin fermana navendeke hikûmetê da rê nedene reftarê xirab li girtîyan.

Karbidestên leşkerê Amerîka alîkarî pêşnîyar kir ji bo lêkolîna li ser wê girtîgehê. Lê partîya serekî ya Erebên Sunnî, Partîya Îslamîya Îraqê, gazîya lêkolîneke navneteweyî kirîye.

Leşkerê Amerîka li roja Pêncşembî got li encama peqîyaneke bombeyekê li roja Çarşembî nêzîkî bajêrkê Hadî’se serbazek marîn hatîye kuştin.