Dadkirina Seddam heta 5ê meha bêt hate paşêxistin

Evro careke dî dadkirina Seddam Huseynî hate kirin bi tawana gunehkarîya dijî mirovahîyê. Wî dadyara xetabar kir ku serokatîya dadkirinekê diket ku dagirkerêt Îraqî pêk înaye.

Piştî kêmtir ji du seetan serokê dadgehê Rizgar Mihemed Emîn dadkirin paşêxist heta heftîya bêt da dîktatorê berê yê Îraqê digel heft bergumanêt dî wext hebît bo peyda kirina du berevankarêt qanunî da cîyê herdû berevankarêt dî bigrin ku hatine kuştin û berevankarê sêyê jî ji welatî derketîye.

Ev berguman hatîne xetabarkirin bi îşkence û kuştina pitir ji 140 zilama û kurra li bajêrokê Duceyl piştî bizaveke bo kuştina Seddamî li sala 1982ê.

Di wextê dadkirinê da cîgirê berê yê Seddamî Teha Yasîn Remezan got, ew naxwaze çi berevankarê ku dadgeh dîyar dike berevanî li wî biket piştî yek ji berevankarêt wî hatîye kuştin û yek jî birîndar bûyî.