Li bakora Bexda 11 serbazêt Iraqî hatine kuştin

Karbidestên parastina Iraqî dibêjît bi kêmî 11 serbazên Iraqî di peqîna bombeka bi rex şeqamê li bakora Bexda hatine kuştin.

Karbidestên parastinê dibêjin li ew hêriş evro şembî 90 kîlometra li bakora Bexdaya paytext çê bî.

Herwesa roja eynî leşkerê Amerîkî mirina 10 marînza ragehand li encama peqîna bombeka birex şeqamê nêzîkî Felûcê.

Ji layekê dîve leşkerê Amerîkî ragehand ku hêzên Iraqî û Amerîkî 18 gûmanlêkirî yên têroristî li demê çend operasyonekan li bakor û navenda Iraqê girtin.

Xirabkarêt Iraqî kû 4 rojavayî revandîne gefa kuştina wan diken eger hemî girtîyên zîndaniyên Iraqî û Amerîkî heta roja pêncşembî ne hêne azad kirin.