Muhendisekî Frensî li Bexda hat revandin

Muhendisekî Frensî li Bexda hat revandin

Polîsên Îraqî dibêjin hindek çekdaran muhendisekî Frensî revandîye ku bo sazgeha ava Bexda kar dikir. Ew çekdar di nav jimareke otomobîlade bûn û dewr û berên otomobîla muhendisî girtin demê vê sibê diçû ser karê xwe.


Polîsan navê muhendisî bi Brent Blanch da nasîn.


Vê dawîyê karbidestên Îraqî ro bi royî pêleka revandina dibin ku di van rojan de zêde bûye.