Li başura rojhilata Asya bi baranê 101 mirov hatin kuştin

Bi baranên 2 heftîyan li başûra rojhelata Asyayê lêmiştî rabûye û heta niha li Malezya, Tayland û Vietnamê bi kêmî ve 101 mirov kuştîne.

Naverasta Vîetnamê cihê herî pêtir zîyan dîtî ye û bi rabûna avê nêzîkî 60 mirov kuştîne û bi 10 hezaran hekitarên zevîyên birincî pûç kirîne.

Karbidestên Taylandê radigehînin ku ji lêmiştî û erdzelyanê şeş mirovên dî mirîne û jimara kuştîyên wî welatî giheştîye bi kêmî ve 35ê.