Ehmedînejad li konfiranseka rojnamevanî basê kêşeya navokî diket

Serokê Iranî Mehmûd Ehmedînejad dibêjit komara Islamî hemî mafêt hey bu bidestve înana teknelojîya navokî, lê nevêt çekêt navokî çêbiket.

Serokê Iranî ev axaftine kirn evro şembî li konfiranseka rojnamevanî bu baskirna kêşeya navokîya Tehranê digel rojavayê.

Wî gote rojnamevana ku Iran ji gefêt rojavayê natirsît ku dibêjin di keysa Tehranê dene Civata Tenahî ya Netewêt Yekgirtî.

Serok Bush roja eynî got ku Iraneka bi çekêt navokî dibîte gefeka mezin bu parastina cîhanê. Piştî kombûnê digel şîretvana Elmanî Angela Merkel, serok Bush got çênabît rêk bi Iranê bête dan çekêt navokî bidestve bînit.