Leşkirê Amerîkî 500 girtîyêt Ebu Xirêb azad diket

Leşkirê Amerîkî li Iraqê ragehand ku 500 girtîyêt zindanxana Ebu Xirêb hatine azad kirn, ku 2 ji wan rojnamevanin û bê tomet hatibîne girtin.

Li beyannameka leşkirê Amerîkî hatye ku ewêt hatine azad kirn pênas bi tawanêt xwe kirîne û çi tawanêt mezin encam nedayne.

Du rojnamevanêt Iraqê, ku bu Ajansa Dengûbasa Reuters kar dikir, li heyva 8 û 9 hatibîne girtin. Reuters ragehand ku bi kêmî 3 rojnamevanêt wê hêşta girtîne.

Hevdem, karbidestêt dadvanî yêt Iraqî dibêjin şandek hatye hinardin da dadwerê giştî yê dadgehîkirna Sedam Hûsênî razî biken dest li karî venekêşît. Dadwer Rizgar Emîn roja şembî dest li kar vekêşana xwe ragehand, piştî rexneyan ku dibêjin wî rêk daye Sedamî da balê xwe bikişîne ser dadgehîkirnê.