Serokê Îranê Mahmud Ahmedînîjad çûye seredana Surîye. Weye dîyar e ev seredan bo kom kirina hevalbendîya navbera herdu welatan e ji ber herdu welat li jêr gefa danana toleyêt navnetewî ne.
Serokê Îranê evro gehişte Dîmeşqê û yekser ji firîngehê çû avahîya serokatîyê bo kombûnê digel serokê Surî Beşar El Essad de.
Seredana du rojî ya serok Ahmedînîjad di wextekî de tête kirin ku herdu welat rubirû sengîya navneteweyî bûne.
Amerîka û hevalbenêt wê yêt Ewropî dixwazin ku kêşeya navokî ya Îranê bibine pêş Civata Tenahîyê ya Neteweyêt Yekgirtî, piştî dest bi bizavêt xwe kirî bo zaxkirina uranyumê.
Her wisa Surîye jî li jêr sengîya Cıvata Tenahîyê ye ku gefe lê kirîne dê kiryareke dijî Dîmeşqê ket heke hevkarîyeke dirust neket digel vekolîna Neteweyêt Yekgirtî li ser kuştina serokwezîrê berê yê Libnanê Refîq El Herîrî.