Polîsên Îsraîlê dibêjin bi êrîşeke xwekuj li Tel Avivê li nêzî navendeke kevn ya otebosan 12 kes birînda bûne.
Birêvebirê karûbarên tengavîyê yê Îsraîlê dibêje tu kes nemirîye. Dibêjin rewşa yek ji wan qurbanîyan giran e û polîs dibêje birînên her şeşên din jî giranin.
Demek kin piştî teqînê, li Televîzyona El Erebîye ya ku li hemû welatên Ereban belav dibe, peyivdarek xuya bû li ser navê komeleke milîtan ya Filistînî bi navê Cîhada Îslamî û wî got wan ev êrîş kiriye.