Bush got divê Hamas dev ji tundutûjîyê berde

Serok Bush dibêje divê komela Îslamî ya milîtan Hamas dev ji daxwaza xwe ya bo nemana Îsraîl berde eger ku bixwaze bibe alîyekî aştîxwaz.

Li konferansa rojnamevanîyê li Qesra Sipî rêzdar Bush got serkeftina Hamas ya di hilbijartinê de îşaretek e ji bo rêberîya Filistînî ji bo pêdivîya bi guhertinan. Got belê ew hîvî dike ku hêza rêberê Filistînî Mehmud Abbas kêm nebe.

Ji bo ne li hev kirinên li ser bernama wî ya vekolînên navxweyî birêz Bush got bi rîya veşartî guhdarî kirina têklatîyên gel li dû qanûnê ye û ji bo parastina azadîyên sîvîl û ji bo rê girtina li ber êrîşên terorîstî pêdivîyeke girîng e.

Rêzdar Bush destûr daye Ajansa Parastinê ya Netewî ku karibin bêy destûrê ji dadgehan bixwazin bala xwe bidin têklatîyên bi rîya telefonê û e-mailan yên hemwelatîyên Amerîkî ku li Amerîka ne û kesên li derveyê welatî ne.

Qanûndanerên hem ji partîya Demokrat hem jî ji ya Komarî şikê dikin ji vê bernamê ku ka gelo ew li dû qanunê ye an na.