Hemas çekî dananêt

Rêberekê bilindê Hemas dibêjit giropa çekdarî xwe bêçek naket û helwêstêt xwe hemberî Israelê nagûrit, piştî bidestve înana serkeftinê li helbijardina de.

Xalid Meş’al li baregehê xwe li Dîmeşiqê evro şembî got Hemas û gelê Felestînî li beroka syasî û rîformê herwekî beroka serî dijî Israelê çalak bin.

Hemas, ku li helbijardinêt roja çarşembî serkeftin biser partîya Fetih bidestve îna, berpirsyarya xwe hemberî jimareka hêrişêt xwekujî dijî Israelê ragehandîye û soz daye ku welatê Israelê jnav bibet.