Îran gefê dike ku ew dê dîsa dest bi zaxkirina uranyumê bike

Nunerên danûstendinên navokî yên bilind yên Îranê dibêjin eger ew bibin ber Civata Tenahîyê ya Neteweyên Yekgirtî, Tehran wê di demek nêz de zaxkirina Uranyûmê zêdetir bike.

Alî Larîcanî her wisa di konferanseke rojnamevanîyê de îro çarşem got palana zaxkirina uranyumê ya Îranê vêga amade ye bo bikaranînê. Dibêje hema tenê lazim bû ku Îran Ajansa Hêza Atomî ya Navneteweyî agahdar bikira ku ew dê dîsa dest bi zaxkirinê bikin.

Wî ev şîrove kirin rojek berî kombûna desteya birêvebirina I.A.E.A.( Ajansa Hêza Atomî ya Navneteweyî) li Vienna. Biryarnameyeke ne temam kirî bi destê dezgehên ragihandinê ve ketin ku tê de ji I.A.E.A. bi rîyeke fermî tê xwestin ku Îranê bişîne ber Civata Tenahîyê ya Neteweyên Yekgirtî li ser karên wê yên navokî.

Wezîrê derve yê Brîtanya Jack Straw îro çarşem bi hevkarê xwe yê Îranî Manûçer Muttekî re li London kom bû ku jê re bêje firsendeke dawî maye ji bo Îranê, da dinyayê razî bike ku bernama wê ya navokî aştîyane ye.

Rêberên Ewropî û yê Amerîka Îranê gunehbar dikin ku ew bi dizî dixwaze çekên navokî çêke belê Îran ew yek înkar dike.