Şandeyeke ji partîyên sîyasî yên Kurdên Surîyê vê heftîyê li Washingtonê bi karbidestên hikûmeta Amerîkî ra danûstandin kirin. Wê şandeya 4-endamî roja Duşembî, li 30ê meha 1, li Wezareta Derve kombûnek kir û dûra hevkarê me Birusk Tugan mêzgirtek digel Şêrko Ebbas, Dr. Sa’deddîn Mella, Kamuran Haco û Xelîlê Kerro pêkîna.
Birêz Kerro dibêjît ev e yêkemîn car e ku şandeya Kurdên Surîyê sera Wezareta Derve ya Amerîka didet û wê civînê wek pênasîna hikûmeta Amerîka bi pirsa Kurdên Surîyê dadinet.