Xwenîşadera agir berda balyozxana Danimakê li Beyrutê

Xwenîşandera li Lubnanê agir berda avahîya konsulxana Danimarkî li Beyrut jiber belavkirna çend karîkatêrekêt pêxember Muhemedî.

Polîsêt Lubnanî gazê rûndikrêj bikar îna bu belavekirna xwenîşandera. Tundûtîjî herwesa li taxekê Kirstyana li paytextê çêbî û jimareka kesa birîndar bûn.

Li roja şembî xemîşandera li Sûrya agir berda herdû balyozxanêt Danimarkî û Nerwîcî û zyan gehande nivîsîngeha Siwîdî.

Rêberên sê welatêt Skendenavî, Amerîka û Êketîya Ewropî ew hêriş mehkûm kirn.