Serokwezîrê Hindistanê ji bo Îranê dîplomasîyê xwest

Serokwezîrê Hindistanê ji komela navneteweyî dixwazî da bizavê biken kêşeya li ser bernameya navokî ya Îranê bi rêke dîplomasîyê çareser bikin.

Evro li New Delhi Manmohan Singh gote parlamanê berî rawestanê qazanca Hindistanê yan ya deverê têde nîne û got divîya pitir wextî bidin bo peydakirina çareyekê digel Tehranê. Rêzdar Sing ev têbînîye dan di çend seetekade berî Ajansa Hêza Atomî ya Navneteweyî li Vienna kom bibît da li ser kêşeya bernameya navokî ya Îranê biaxivît.

Washington Tehranê xetabar diket ku bizavê diket bi nepenî ve çekêt navokî çêbiket, lê Îran dibêjît bernama wê bitenê bo çêkirina hêza kehrabayê ye.

Dîsan her evro rêzdar Sing got,ew dixwazît Awusturalya berbend kirina firotina uranyumî bo Hindistanê rabiket û behsê vê pirsê dê digel serokwezîrê Awusturalya John Howard's ket, demê vê heftîyê bi çar roja bi seredan biçîte Hindistanê.