Di şerê navbera serhildayên Kurd û serbazên Tirk de çawişekî pispor hat kuştin

Di kiryara leşkerî ya ku artêşa Tirk ev hefteyek e ku li başûrêa rojhilata welêt, li çiyayê Gebarê yê Şirnexê bi rê ve dibir de, li dû daxuyaniya rayedarên Tirk, duh bişev di navbera gêrîllayên PKKê û serbazên Tirk de şer derket û di encamê de çawişekî pispor hat kuştin.

Hevdem tê diyar kirin ku, şer û pevçûn serê sibê cardin dest pê kirine û atêşa Tirk bi helîkopteran destekê dibe qada operasyonê.

Heger bê bi bîr anîn, du roj berê li heman deverê, li çiyayê Gebarê di navbera gêrîlayan û serbazan de şer derketibû û di encamê de 2 leşker miribûn 7 leşker jî birîndar bûbûn.