Ukranî li helbijardinêt perlemanî dengê xwe diden

Welatîyêt Ukranî birev sindoqêt dengdanê diçin li yekem helbijardina perlemanî ewêt "Şoreşa Narincî" li sala 2004 ku serok Viktor Yushchenko îna ser desthelatî.

45 partîyêt syasî evro yekşembî pişkdarî di helbijardînêt niştîmanî diken, lê çaverê nahête kirn ku çi partîyek hind denga bidestive bînit ku bişêt bitinê hikumetê pêkbînint.

Bîr û ra wergirtinêt xelkî we xoya diken ku buheye partîya serokê opozisyonê Viktor Yanukovych nizîkî 30% denga bidestive bînit.

Piştî dengdanê, perleman dê serok wezîrekê dest nîşan ket, bu cara yekê ewêt jimareka gurankarîya di destûrê welatî da hatine kirn.