Xwepêşandan û bûyerên ku ji roja sêşemê û vir de di domahiya cenazeya 4 gêrîlayên PKKê de rûdabû bêsekn didomin û herweha li bajerên din jî belav dibin.
Li dû daxuyaniya Walitiya Diyarbekirê ji roja sêşemê ku xwepêşandan dest pê kiribûn û vir de 6 kes hatin kuştin 257 kes jî birîndar bûn. Di nav miriyan de du zarok jî hene ku yek ji wan 8 yek jî 6 salî bû. Ji miriyan Enes Atakê 6 salî duh li ber baregeha polêsan bi gulleyê hatibû kuştin dema girseya ku ji hezaran kes pêk dihat cenazeyên 3 kes radikirin ku ji aliyê polêsan ve bi gulleyan hatibûn kuştin.
Li dû nûçeya ku vê êvarê ji Batmanê hat, dema polêsan li taxa petrolê avêt ser malekê de, zarokeke 3 salî bi gulleya polêsan ve hat kuştin.
Hevdem, xwepêşandan li gelek bajarên din jî belav bûn. Xelkên Batman û Wan duh ji bo kuştina kesên li Diyarbekirê protesto bikin meş li dar xistibûn ku polêsan bi dar û gaza rondikrêj êrîşî wan kiribû. Îro jî li Gevera Hekariyê xwepêşandanek hebû bi armanca şermezarkirina polêsa Tirk. Li Geverê jî di navbera polêsan û xelkê bajêr de alozî derket.
Herweha, li gelek bajarên û navçeyên li bajarên Kurdan dikandaran dikanên xwe venekirin, zarok neçûn dibistanê, xwendekarên zanîngeha dicleyê jî ev sê roj in der û ezmûnan boykot dikin û nakevin dersan.
Herweha Serdozgeriya Diyarbekirê û wezareta kar û barên navxweyî yên Tirkiyê derbarê Þaredarê Diyarbekirê Osman Baydemîr de lêpirsîn da dest pê kirin. Heger bê bibîranîn birêz Baydemîr ji bo xwepêþandêran aş bike bi þev çûbû nava taxan û xelk xwestibû ku nerazîbûna xwe bi awayekî demokratîk nîşan bidin. Birê þaredar di axaftina xwe de gotibû roja pêşîn em li ber 14 kes diketin lê niha em li ber 16 kes dikevin. Divê êdî kes nemirin. Çapemeniya Tirk dibêje þaredar axaftina xwe de gotiye ez ji bo wêrekiya we, we pîroz dikim. Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayîp Erdoxan jî dema ji Sudan vedigeriya derbarê bûyerên li Rojhilata Tirkiyê şaredarê diyarbekirê Osman Baydemîr û Roj tv sûcdar kir. Serokwezîr got nabe ku şaredarek li ber mirina endamên PKKê bikeve. Ev yek dibe propagandaya wê rêkxistinê. Serokwezwezîr got wan her weha hemû kaset û belge şandine Danîmarka ku tê de diyar bûyeran ji ber Roj tv dest pê kiriye. Serokwezîr herweha got eger hin kes çavê wan lê ye ku bi me re rûnêkin û bazariyê bike lê ev yek ne guncan e. Ev bi kesî re bazariyê nakin.
Şaredarê Diyarbekirê Osman Baydemîr piþtî ku tev li cenazeya kesên ku di xwepêşandanan de hatibûn kuştin bû derbarê daxuyaniyên serokwezîr civîneke çapemeniyê li dar xist.. Baydemîr got “ Ew û hevalên wî yên şaredar bi berpirsiyariya şaredarî tev geriyaye û ji bo ku yek kesê din jî menire. Baydemîr got divê çapemenî hin perçe ji axaftina wî digirin û wan manupîle dikin ev yek ne rast e. Divê Serokwezîr jî hemû êþ û azara xelkê par ve bike”. Wekî din Baydemîr serokwezîr vexwend Diyarbekirê da ku were serxweşiya malbata kesên ku di xwepêşandanan de jiyana xwe ji dest dane.
Lê belê li dişyarbekirê çi bû? Çi serî de Di,yarbekir û gelek bajarên din aloz bûn?
Newroz li seranserî Tirkiyê bi awayekî aştiyane hatibûn pîroz kirin. Herweha daxuyaniya PKKê ku ku tê dihat gotin ku gêrîla bi boneya cejna Newrozê di hefteya Newrozê de çalakî li dar naxe ji aliyê xelkê ve bi awayekêrîni hatibû pêşwazî kirin. Lê artêşa Tirk operasyonên li dij serhildayan berdewam kir. 25ê Adarê li gundê Aslanbey a navçeya Solxana Bingolê ( Çewlik) dema leşkerên Tirk operasyonek birêvedibir di navbera leþkeran û serhildayên Kurd de þer derketibû û di encama vî þerî de 14 gêrîlayên PKKê hatibûn kuştin. Malbata gêrîlayan diyarkiribûn ku termê gêriyana giş şewitîne û wan bi zehemetê lawên xwe nas kirine û PKKê îdîa dikir ku ew bi çekên kîmyewî hatine kuştin.
Termên 14 gêrîlayan ji bo otopsiyê biribûn Meletî, yek şandin Edenê, yek şandin Semsûrê û 6 heb jî roja sêşemê anîn Diyarbekirê. Dû re dudu ji wan şandin Sêrt û Batmanê û 4 gêrîla jî li Diyarbekirê hatin veþartin. Bûyer di domahiya cenzeya van gêrilayan de dest pê kir. Dema cenaze li mizgeftê dihatin şûştin xelk li ber derî bi sloganan kirin kom bûn, agir dada û kolan ji çûn û hatinê re girt. Gelek xwendekarên dibistanên ku li ser wê kolanê bûn, tev li xelkê ber derî bûn. Dema Cenaze dû re birin goristana Yenî koy bi tevlê bûna sedan kes hatin veşartin. Piştî ku cenaze hatin veşartin Xelkê ku di merasîmê de beşdar bûn, xwest ku bimeşe lê polêsan nehişt û panzeran pêşî li xelk girt û dû re bi daran êrîşî xelk kir û gaza rondikrêj jî bi kar anî. Li ser vê yekê xelkê jî polês dan ber kuç û keviran. Xwepêþandêr her weha avahiya avahiyên dewletê û Partiya Tevgera Neteweperest MHPê jî da ber keviran û camên wê hemû anîn xwarê.
Polês dema êrîş bir ser xelk gulle bera wan da nêzîki 40 kes birîndar bû. Di domahiya bûyeran de hin kes hatin kuþtin ev yek jî xelk bêhtir bêzar kir. Li bajarên din wek Edene, Sêrt, Batman ku gêrîla lê hatin veşartin di nav xelk û polêsan de alozî derket li sêrtê xortekî 16 salî bi guleya leşkeran hat birîndar kirin. Xwepêşandan her weha li Riha, Wan, Cîzîrê, Qoser û stenbolê belav bû. Di xwepêþandanên Stenbolê de jî du kes ji aliyê polêsan ve hatin kuştin.
Êvara sêþemê ji ber ku êdî polês nedikarî waliyê bajêr ji artêşa Tirk alîkarî xwest û piştî 14 salan cara pêşîn cendirme û komando ketin nav bajar.
Her weha Komeleya Mafê mirovan IHD der daxuyaniyek da çapemeniyê û got polês bîlasebep çek bikar aniye û dema gulle berdane xelk hedef girtine. Alîkara serokê IHD Reyhan Yalçýndað dibêje ey yek ne tenê mirina 14 gêrîlayan e. Sedema vê teqîna civakî ne tenê mirina 14 gêrîla ye. Sedema bingehîn ew e ku pirsgirêka Kurd ê li Tirkiyê ku bi salan e li benda çareseriyê ye hatiye çareser kirin.