Amerîka û Brîtanya sengî didin ser sîyasetvanên Îraqê

Welatên Yekgirtî û Brîtanya zorê didin sîyasetvanên Îraqê ku cûdahîyên xwe deynin alîyekî û bi lez hikumeteke yekgirtî ava bikin.

Îro duşem li konferanseke rojnamevanî ya ji nişkêva Rice û Straw herdû li tenişta hev gotin lazime Îraqî danûstendinên xwe yên sîyasî bi dawî bînin û hikumetekê avakin ku tengavîya sîyasîya ku tê de ne xelas be û Îraq ber bi rewşeke bi cîh bûyî ve biçe.


Tengasîya sîyasî ku Îraq ketîyê bi giştî ji ber wê ye ku ka wê kî bibe serokwezîr di vê dema nû de. Hevpeymanîya Şî’e yan ku di hilbijartinên meha 12 de serkeftibûn Îbrahîm El Caferî wek serokwezîr destnîşan dikin belê ev ne bi dilê Kurdên Îraqê, misilmanên Sinne û tew hin Şî’e yên Îraqî ye jî.

Di vê navê de karbidestên Îraqî dibêjin bi kêmî ve 11 kes di tundutujîyên vê dawîyê de hatine kuştin.

Karbidest dibêjin çekdaran roja duşemê li nêzî Besra şeş kes kuştine.

Li Bexda jî ji ber teqîna otomobîleke bombabarkirî kesek hate kuştin û şeşên din jî birîndar bûne. Roja yekşemê li başûra Bexda ji malbateke Şî’e çar kes ji alî çekdaran ve hatin kuştin.