Talebanî û Xelîlzad seredana Barzanî kir

Roja şembî serokê Iraqê Celal Talebanî û balyozê Amerîkî li Iraqê Zelmay Xelîlzad seredana Kurdistana Iraqê kir û li Selahedînê digel serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kom bûn.

Evro yekşembî Barzanî, Talebanî û Xelîlzad kongireka rojnamevanî girê da. Serokê Iraqê got egera seredana wan bu baskirna dawîtirîn gorankarîyêt pêkînana hikumeta Iraqê ye.

Serokê Herêma Kurdistana, digel derbirîna xweşhalîya xwe bu serkeftina piroseya syasî li Iraqê û dûbare helbijardina Talebani, piştevanîya xwe bu hikumeta nû ya Iraqê ragehand.

Herwesa balyozê Amerîkî ragehand ku Amerîka piştevanya dest nîşan kirna Talebanî û hikumeta Iraqê diket.