Annan dixwaze kêşeya navokî ya Îranê bê çareser kirin

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Kofi Annan xema xwe dîyar kir li ser kêmasî û derengîya di çareserkirina qeyrana bernameya Îranê de.

Rêzdar Annan herwisa balê kişand ser mesela ku lazime têklatîyeke sererast di navbera Îran û civata navnetewî de hebe. Annan îro pêncşem li Tokyo ji xwendekarên zanîngehê re axivî.

Rêzdar Annan herwisa got ew bawer nake ku Civata Tenahîyê ya Neteweyên Yekgirtî biryarekê li dij Îranê di demek nêz de bide.

Dezgeha Ragihandinê ya Xwendekarên Îranê (ISNA) gotina serokê Îranê Mahmud Ahmedînecad radigihîne ku îro gotîye ewên ku bi serkeftina bernameya navokî ya welatê wî ture ne li cem wan“giriftarîyên rewanî” hene.

Roja çarşemê jî wî henekê xwe kiribû bi pêşnîyara Ewropîyan ya bo çareserkirina kêşeya Îranê ya navokî. Welatên Yekgirtî gote helwesta Îranê bo redkirina vê pêşnîyarê tiştekî seyr û ecêb e û nîyetên Ahmedînicad di vê meselê de têxete ber pirsyarê.

Welatên bi hêz yên Rojavayî şikê ji Îranê dikin ku ew uranyumê ji bo çêkirina çekên navokî zax dike û Tehran jî ev yek înkar dike.

Brîtanya, Fransa û Almanya pêşnîyaran amade kirine ku dilê Îran pê xweş bibe da dev ji karê xwe yê navokî berde û yek ji wan çareyên wan sazgeha navokî ya ava sivik ji bo Îranê.

Çaverê tê kirin ku pênc dîplomatên bilind yên welatên hemdem yên Civata Tenahîyê ya Neteweyên Yekgirtî û Almanya heftîya bê li Londonê kom bibin da li ser wan pêşnîyaran bipeyivin.